Serok Barzanî peyamek belav kir

Serok Barzanî spasiya xelk û hêzên ewlekariyê dike.
100%

Jiber serkeftî bûna prosesa hilbijartinê peyamek pêşkêş kiriye.

Serok Barzanî jiber bi dawî hatina prosesa hilbijartinê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamêye;

Spas bo xweê prosesa hilbijartina gera 6an ya parlementoyê bi serkeftî bi dawî hat û xelkê Kurdistanê karî di rewşeke azad de dengê xwe bide.

Bêgoman serkeftî bûna vê prosesa han serkeftina gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên xwe û ya aliyên siyasiye. Jiber vê çendê pîrozbayî li gelê Kurdistanê, endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê û tevahiya aliyên siyasî dikim.

Liwir lazime dibînim spasiya komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraq û Kurdistanê û tevahiya aliyên têkildar û hêzên ewlekariyê bikim ku, bihevre alîkar bûne daku, ev prosesa han li herêma Kurdistanê bi serkeftî were meşandin.

Hêvî dikim ev hilbijartin û encamên hilbijartinê, hêviyeke nû û qonaxeke nû bidin destpêkirin ku, li gor berejwendiyên gelê Kurdistanê de be.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.