Komîteya hilbijartinê ya PDK daxuyaniyek belav kir

PDK zêdetir ji 90 hezar deng bidest aniye.
100%

Dibêje pîroze me di dengdana taybet de serkeftineke mezin bi dest aniye.

Komîteya hilbijartinê ya partiya demokrata Kurdistanê derbarê encamên dengdana ya taybet de daxuyaniyek belav kiriye û têde rixmî ku, pîrozbayî li gelê Kurdistanê kiriye, hevdem spasiya gelê Kurdistanê jî kiriye û ragihandiye ku, di dengdana taybet de PDK serkeftineke gelek mezin bidest aniye.

Komîteya hilbijartinê herwiha eşkere kiriye ku, çawe pêşmerge bi lehengî û qehremaniya xwe serkeftinên mezin bidest aniye, xelkê me jî di dengdana taybet de serkeftineke mezin bidest aniye.

Komîteya PDK herwiha daxwaz ji xelkê jî kiriye bi coşeke mezin roja 20ê Cotmehê beşdarî di dengdana taybet de bike û biryar û îradeya xwe diyar bike daku, Kurdistan di desteke emîn de bimîne.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.