Mesrûr Barzanî: Şoreşa Avedan kirinê berdewam dibe

dibêje PKK dixwaze şer derbasî bajarên Kurdistanê bike.
100%

Duhê bişev li gel hijmarek ji şêniyên parêzgeha Dihukê civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhê bişev li bajarê Dihukê li gel hijmareke zêde ji şêniyên vê parêzgeha civiya.

Di civîna han de ku, bi awayeke pirs û bersif hatibû organîzekirin, Serokwezîr balkêşande ser çend mijarên girîng û ragihand ku, li Bexdayê hinek alî hene ku, baweriya wan bi federalîzim û bihevre jiyanê heye lê hineke din jî hene dijî destûrêne û daxwaza sîstemeke tund ya merkezîne lewre ev aliyên han bûne sedem ku, heta niha kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê neyên çareserkirin lê hewlên me berdewamin û di rojên pêşiya me de vê ev kêşeyên han jî werin çareserkirin.

Derbarê kar û projeyên hikûmetê de jî Serokwezîr diyar kir ku, hikûmeta heta niha bêyî cudatî li seraserê Kurdistanê projeyên girîng y ên xizmetgozarî cîhbicîh kiriye û kar bo bihêztir kirina jêrxana abûriya Kurdistanê kiriye û ev hewlên hikûmetê berdewam dibin.

Derbarê rewşa ciwanan de jî Serokwezîr dibêje me gelek derfetên kar bo wan rexsandine û hewl didin karînên ciwanan pêş bixin bo vê mebestê jî me çend projeyên girîng cîhbicîh kirine û hîn jî gelek projeyên din hene ku, lazime werin cîhbicîhkirin.

Mesrûr Barzanî derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê de jî diyar kir ku, ev çend sale li Kurdistanê Şoreşa avedan kirinê di her warî de destpê kiriye û ev şoreşa han berdewam dibe.

Derbarê têkiliyên navnetewî de jî Barzanî diyar kir ku, gelek welatên cîhanê hene ku, zêdetir ji herêmekê weke dewleteke serbixwe nizîkatî li gel Kurdistanê dikin.

Derbarê şerê navbera PKK û Tirkiyeyê de jî diyar kir ku, ev şerê han bûye sedem ku, gelek gund li deverê werin valakirin û projeyên xizmetgozariyê jî li wan deveran neyên cîhbicîhkirin. Mesrûr Barzanî got: Ev şerê navbera PKK û Tirkiyeyê ye, PKK eger xwe bi Kurd dizane lazime rêz ji xelkê Kurdistanê, jiyan û mal û milkê xelkê Kurdistanê bigire, lê mixabin PKK vê yekê nake beruvajî dijî serweriya hikûmeta herêma Kurdistanêye û eger ji pkk be lazime şer bigehêje Dihuk, Zaxo û bajarên din lê me pêşiya vê yekê girtiye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.