Sibê dengdana taybet destpê dike

Dengder dikarin li 165 navend û 749 stadiyonan dengên xwe bidin.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 200 hezar Dengderên taybet hene.

Li gor bernameya komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê, sibê înê 18ê Cotmehê vê dengdana taybet bo parlementoya Kurdistanê destpê bike.

Li gor daxuyaniya komîsyonê li herêma Kurdistanê bi giştî 215  hezar û 960 kes weke Dengderên taybet xwedan mafê dengdanê ne.

Prosesa dengdanê seat 7ê sibê destpê dike û heta 6ê êvarê didome û Dengder dikarin li 165 navend û 749 stasiyonan de dengên xwe bidin.

Weke tê zanîn îsal li herêma Kurdistanê bi giştî 3 miliyon û 789 hezar û 360 kes xwedan mafê dendanê ne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.