Îro salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê ye

di encama xiyaneta han de sedî 51 axa Kurdistanê radestî neyaran hate kirin.
100%

7 sal beriya niha ev xiyanet li Kurd û Kurdistanê hate kirin.

7 sal bi ser xiyaneta mezin ya dijî gelê Kurd û Kurdistanê re derbas dibe.

Di encama xiyaneta 16ê Cotmehê de Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi rêkeftineke nihênî li gel spaha Qudis ya Îranê, çekdarên heşda şebî yên Îraqê y ên ser bi Îranê, di şerê dijî heşda şebî de li Kerkûkê li pişt ve xencer li pêşmerge dan û zêdetir ji sedî 51ê axa Kurdistanê li Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê radestî komên çekdar yên ser bi Îranê kirin.

Di encama ev rêkeftina han de YNK û komên çekdar yên ser bi Îranê hewl didan ku, Hewlêrê jî dagîr bikin lê hêzên pêşmerge li Pirdê poza wan li erdê da û plana wan têk bir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.