Serokwezîr bendava Gomespanê vedike

ev bendava han dibe çavkaniya dahat û avê.
100%

Dest bi çê kirina cadeya du bande ya di navbera Gomespan û Simaqolî jî tê kirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşem bi merasîmeke fermî bendava Gomespanê vedike û berê binyatî ji bo rêya dualî ya Gomespan - Simaqoliyê jî datîne.

Bendava Gomespanê li ser astê Herêma Kurdistanê bendava sêyê ya herî mezin e û li ser astê parêzgeha Hewlêrê jî bendava herî mezin e. Rûberê wê 6 milyon û 125 hezar metirên ducarkî ye û yek ji pirojeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku bilindahiya wê 70 metir û dirêjahiya wê 512 metir e û dikare 115 milyon metirên sêcarkî yên avê kom bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.