Serokê herêmê û Elhesanî behsa çend mijaran kir

behsa gelek mijaran hatiye kirin.
100%

Serokê herêma Kurdistanê li gel nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê  herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê Dr. Mihemed Elhesanî civiya.

Di civînê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Elhesanî kir û hêviya serkeftinê jî bo xwest û her cure piştîvaniyeke herêma Kurdistanê jî bo serkeftina wî di pîwerdariya nû de jê re diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Elhesanî jî kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe ya bo Kurdistanê anî ziman û spasiya Serokê herêmê û aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê kir bo hevkariya wan li gel tîma NY li Îraqê.

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa pêkhateyan bi taybetî rewşa Êzidiyan jî di civînê de hate nirxandin û di vê derbarê de Serokê herêmê spasiya hevkariyên NY yên bo komîsyona serbixwe ya hilbijartinan kir.

Derbarê kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de jî Serokê herêmê ev yek anî ziman ku, çareseriya yekane ya wan kêşeyan cîhbicîh kirina destûr, parastina aramî û asayîşa Îraqê ye û tekez li ser vê yekê jî kir ku, baştir kirina rewşa Êzidiyan, vegera awareyan bo cîhên xwe gelek girîne.

Çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş di civînê de hatin nirxandin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.