Serokwezîr bendava Bestûre vekir

dibêje bila xelk wan projeyan biparêze.
100%

Sala par kevira bingehîn ya vê bendavê danî bû.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi merasîmeke fermî bendava Bestûre  yaku, sala 2023an kevira bingehîn ya vê danîbû vekir.

Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û kêxweşiya xwe ya li hember vekirina vê bendavê anî ziman û spasiya kompaniya cîhbicîhkar jî kir.

Serokwezîr herwiha eşkere kir ku, çê kirina bendavan beşeke girîng ya steratejiya hikûmetê yabo bihêztir kirina jêrxana abûriya welate, lewre hikûmet bi tevahiya karînên xwe ve li ser vê steratejiyê û cîhbicîh kirina projeyên wisa berdewam dibe.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, çê kirina vê bendavê netenê bo kom kirina avê ye belku, di warê çandiniyê, torîzim û çend warên din de fêdeyeke gelek girîng degehîne deverê.

Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de daxwaz ji xelkê kir daku, bo parastina wan projeyan hevkariya hikûmetê bike û herwiha jîngehê jî biparêze.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.