Îsraîl: Hizbulah bi dronên Îranî êrîş kiriye

dibêje yek ji wan dronan hatiye xistin.
100%

Dibêje êrîş bi rêya du dronên Mersad pêk hatiye.

Wezareta berevanî ya Îsraîlê derbarê êrîşa duhê bişev ya hizbulahê bo ser navenda leşkerî ya Gulanî ya li Heyfayê daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de wezareta berevanî ya Îsraîlê diyar kiriye ku, hizbulah bi du dronên Mersad yên Îranî êrîş pêk aniye, dronên han bi rêya deryayê hatine Îsraîlê, yek ji wan dronan ji aliyê sîstema berevanî ve hatiye xistin, lê drona din jiber ku, gelek bi nizmî firiye, ji aliyê radarê ve nehatiye diyarîkirin lewre çûye êrîşî ser vê navendê kiriye û di encam de 4 leşker hatine kuştin û 57 leşkerên din jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.