Îsraîl: 4 leşkerên me hatine kuştin

58 leşkerên din jî birîndar bûne.
100%

Hizbulah jî dibêje zêdetir ji 40 leşker hatine kuştin.

Li gor çapemeniya cîhanî duhê bişev hizbulah bi hajekan êrîşî ser navenda Gulanî ya artêşa Îsraîlê kiriye.

Hizbulah dibêje di encama êrîşa han de herî kêm 40 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin, artêşa Îsraîlê daxuyanî da û ev yek red kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya fermî de yaku, îro duşem belav kiriye nivîsandiye; Di encama êrîşa han de 4 leşkerên me canê xwe ji dest dane û 58 leşkerên din yên me jî birîndar bûne.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.