Serokwezîr û balyozê Nemsayê civiyan

di civînê de tekez li ser parastina asayîşa Kurdistanê hatiye kirin.
100%

Behsa têkiliyên du alî kirin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Nemsayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Nemsayê yê li Îraqê Andrea Nasi kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê bihêztir kirina têkiliyên du alî yên di navbera herêma Kurdistanê û Nemsayê di warên curbicur de kir.

Herwiha me balkêşande ser pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û tekez li ser girîngiya parastina aramî, aştî û asayîşa herêma Kurdistanê, Îraq û deverê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.