500 xanî li ser kesûkarên şehîdan hatin dabeş kirin

Mesrûr Barzanî dibêje ev prose li deverên din yên Kurdistanê berdewam dibe.
100%

Serokwezîr di merasîma han de beşdar bû.

Îro li Hewlêrê bi organîzatoriya dezgeha xêrxwaziya Barzanî du merasîmên girîng hatin lidarxistin.

Di wan merasîman de ku, bi navên hêvî û girinjîn û merasîma dabeşkirina xaniyan bûn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar bû.

Di wan merasîman de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, spasiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî dikim ku, çi li ser asta navxweyî û çi li ser asta derve hertim bi hawara hejaran ve çûye û berdewame li ser çalakiyên xwe.

Di merasîma dabeş kirina xaniyan li ser kesûkarên şehîdan de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, bûne xwedan xanî ya kesûkarên şehîdan xweziyeke mezin ya Serok Barzaniye lewre me jî li ser daxwaza wî dest bi vê projeyê kiriye û em berdewam dibin li ser ximzet kirina kesûkarên şehîdan û bo me cudatî di navbera şehîdan de tuneye û guhê nadin bîrdozî, ol û aydolojiya siyasî, şehîd her şehîde bo vê gel û vê welatê şehîd bûye lewre lazime em jî xizmeta kesûkarên wan bikin.

Her di vê merasîmê de 540 xanî li Hewlêr û Soranê li ser kesûkarên şehîdan hatin dabeşkirin û ev prosesa han berdewam dibe û di pêşerojê de li deverên din yên Kurdistanê jî heman prose tê meşandin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.