NY derbarê Silêmanî de huşdarî dide

Silêmanî bûye navenda tranzît kirina madeyên hişber.
100%

Dibêje bûye navenda bazirganî kirin bi madeyên hişber.

Komîteya madeyên hişber ya Netewên Yekgirtî raportek derbarê bazirganî kirin bi madeyên hişber belav kiriye û di raportê de derbarê rewşa Silêmanî de huşdarî dide.

Di raporta vê komîteyê de hatiye nivîsandin ku, Silêmanî bûye weke navendeke bazirganî kirin û tiranzît kirina madeyên hişber.

Di berdewamiya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, sê deriyên sereke yên veguhastina madeyên hişber bo Îraqê hene ku, yek ji wan Silêmaniye, û Silêmanî bûye navendeke sereke ya tranzîta madeyên hişber ji Efxanistan û Îranê bo Ewrûpayê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.