Çekdarên Îraqî dîsa êrîşî ser Îsraîlê kirin

Îsraîl dibêje gelek bi dijwarî bersifa her cure êrîşekê dide.
100%

Amerîka û Îsraîl jî dibêjin vê baceke gelek mezin bidin.

Komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê ku, navê eniya berxwedana îslamî li xwe kirine, daxuyaniyek belav kirine û têde qala vê yekê kirine ku, bi dron êrîşî ser Îsraîlê kirine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, êrîşa îro danê sibê bo ser navendeke girîng ya Îsraîlê li bilindahiyên Golanê bûye û êrîş serkeftî bûye.

Her çend heta niha Îsraîl di vê derbarê de tiştek negotiye lê beriya niha Amerîka û Îsraîl jî gefa vê yekê kiribûn ku, eger êrîşên komên çekdar yên Îraqî berdewam bin vê demê Amerîka û Îsraîl bersifeke gelek dijwar bidin û çekdarên han jî baceke mezin ya wan êrîşan bidin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.