Rayedarekî Îranî: Em nikarin derbarê Qaanî de tiştek bêjin

dibêje kes nizane çarenivîsa wî çiye.
100%

Dibêje nediyare zindiye anjî hatiye kuştin.

Rayedarekî rejîma Îranê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ji ajansa Iranvair re gotiye ku, ne dewlet û ne jî hikûmeta Îranê nikarin derbarê çarenivîsa Fermandarê spaha Qudis Îsmaîl Qaanî de ti daxuyaniyek bidin anjî tiştek bêjin jiber ku, ti zaniyariyên wan derbarê Qaanî de tunne û nizanin zindiye anjî hatiye kuştin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Îsraîlê êrîşî ser Libnanê kiribû û di encama êrîşa h an de Cîgirê Serokê hizbulahê hatibû kuştin û hin aliyên çepemeniyê jî qala vê yekê kirin ku, di encama heman êrîşê de Qaanî jî hatiye kuştin.

Ji aliyeke din ve rejîma Îranê îro şemî eşkere kiriye ku, kariye cenazeyê Fermandarê spaha Pasdaran Nîlfiroşan yê ku, di encama êrîşa dijî hizbulahê yaku, gelek Hesen Nesrulah hatibû kuştin bibîne.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.