Serokwezîr û şandeke Amerîkî civiyan

Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
100%

Behsa reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Kongrêsman birêz Seth Moultan kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li  herêma Kurdistanê birêz Steve Bittner jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa dawî û pêşhatên Îraq, deverê û bihêztir kirina têkiliyên di navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê de kir.

Kongrêsman Moultan behsa vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê dost û hevpeymaneke bawermend ya Amerîkayêye li deverê de û tekez li ser girîngiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û parastina asayîşa herêma Kurdistanê kir.

Me jî spasiya piştîvanî û hevkariya Amerîkayê kir û balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê bo bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyên du alî di warên cuda cuda de.

Mijareke sereke ya civîna me giftûgo kirin bû derbarê pêşkeftinên taybet bi reformên nava wezareta pêşmerge û li ser girîngiya piştîvanî kirina serxistin û bileztir kirina reform û yekxistina hêzên pêşmerge hemfikir bûn.

Girîngiya destpê kirina henarde kirina petrol Kurdistanê, amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, rewşa aloz û rakeşiyên Rojhilata Navîn û hewlên sepandina ewlekarî û aramiyê li deverê de mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.