Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Misirê civiya

behsa amadekariyên hilbijartinên Kurdistanê kirine.
100%

Misir dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Misirê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Misirê yê li herêma Kurdistanê birêz Mehmûd Faroq Yûsif kir.

Rixmî pîrozbayî kirina destbikar bûna wî, hevdem me tevahiya piştîvaniya xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî di warên curbicur de bo wî diyar kir.

Konsulusê Misirê jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe li herêma Kurdistanê anî ziman û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî di warên hêlbirîn, bazirganî, tendirostî, xwendin û torîzmê de diyar kir.

Mijareke din ya civîna me giftûgo kirin bo derbarê amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û tekez li ser meşandina proseseke dûr ji binpê kirinan û sextekariyan kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.