Du Berpirsên din yên hizbulahê hatin kuştin

artêşa Îsraîlê îro pêncşem daxuyanî daye.
100%

Di encama bordimanên şeva derasbûyî de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê îro pêncşem daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, di encama êrîşên duhê bişev yên li dijî hizbulahê de, hêzên wan karîne du Berpirsên din yên hizbulahê bikujin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, Fermandarê navçeya Hola ku, hevdem berpirsê avêtina hajekan bûye bo Kiriyat û bakûrê Îsraîlê hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku, Fermandarê yekeya hajekên dijî tankan bi navê Mihemed Elî Hemdan jî hatiye kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.