Yoav Gallant: Îran jî dibe weke Xeze û Libnanê

Îsraîl xwe bo êrîş kirinê amade dike.
100%

Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê li Îsraîlê ye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Michael Kurilla serdana Til Avîvê kiriye û li gel wezîrê berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant civiyaye.

Di civînê de giftûgo derbarê şerê li Xeze û Libnanê û êrîşa hajekî ya Îranê yabo ser Îsraîlê hatiye kirin û her du alî nîqaş li ser çawetiya bersifa Îsraîlê bo Îranê kirine.

Di civînê de wezîrê berevanî yê Îsraîlê tekez li ser vê yekê kiriye ku, vê Îsraîl bersifeke dijwar bide Îranê û rewşa Îranê jî bibe weke rewşa Xeze û Libnanê.

Weke tê zanîn Îran jî gef dike dibêje eger Îsraîl êrîşî Îranê bike vê dîsa Îran jî êrîşî ser Îsraîlê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.