Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge

Brîtanya hewl bo yekxistina hêzên pêşmerge dide.
100%

Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanyayê serdana wezareta pêşmerge kir.

Konsulusxaneya giştî ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê peyameke dostaniye pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Lîwa Îsa Uzêr îro 7ê Cotmehê li gel Şêwirmendê Leşkerî yê Konsulxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê Kolonel John Foster û tîma pê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de pêşxistina hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û welatên Hevpeymaniya Navdewletî û di nava wan de Brîtanya  hat gotûbêjkirin. Herwiha behasa mijara perwerdekirin, proseya çaksaziyê û vekirina korsên cuda ji bo zêdetir birêxistinkirina hêzan û profîşînalkirina hêzên Pêşmerge hate kirin.

Her du alî li ser hevahengî û giringîdana zêdetir bi peywendiyên di navbera xwe de li hev kirin û şanda serbazî ya Brîtanyayê tekez kir ku dê berdewam bin li ser hevahengî û vekirina korsan û dana rawêjkariyê bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, wek peyama dostane ya hikûmeta Brîtanya bo Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.