Rewşa abûriya Îranê zêdetir têk diçe

tomenê Îranî bûye bêbuhatirîn diraw.
100%

Ev hefteyeke borseya Îranê dadibeze.

Jiber şer û pevçûnên li Libnanê, êrîşa Îranê bo ser Îsraîlê û egera êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê rewşa abûriya Îranê zêdetir têk diçe.

Li gor çapemeniya Îranî ev 7 roje ku, borseya Îranê bi berdewamî di dabezînê deye û buhayê tomena Îranî jî li hember dirawên biyanî gehêştiye kêmtirîn asta xwe û niha dolareke Amerîkî zêdetir ji 62 hezar tomenê Îranî dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.