Îran êrîşî ser Îsraîlê kir

Îsraîl dibêje Îran şaştiyeke mezin kir vê baceke giran bide.
100%

Îsraîl jî dibêje vê rejîma Îranê baceke giran bide.

Duhê bişev rejîma Îranê bi hajekên balistîkî êrîşî ser çend bajarên Îsraîlê kir.

Îran dibêje bi 400 hajekan êrîşî ser Îsraîlê kiriye û bi vê awayî tola Îsmaîl Heniye û Hesen Nesrulah stendiye.

Artêşa Îranê gef dike û dibêje eger Îsraîl bersifa êrîşê bide vê Îran bi awayeke dijwartir êrîş bike.

Ji aliyê xwe ve Îsraîl jî dibêje êrîşa Îranê bêbandor bûye jiber ku, 200 hajek bo Îsraîlê hatine avêtin û piraniya wan jî hatine pûçkirin tenê çend hajekek di nava axa Îsraîlê de ketine erdê ku, ji bilî zirarên madî ti zirareke êrîşê tuneye.

Serokwezîr û artêşa Îsraîlê jî gef dikin û dibêjin Îran şaştiyeke mezin kir vê baceke gelek giran bide.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.