Rûsye huşdarî dide Tirkiyeyê

Rûsye dibêje Tirkiye nikare bêyî Rûsyeyê ti biryarek bide.
100%

Dibêje tu nikarî S400 bifiroşî ti welateke din.

Hewldanên Tirkiyeyê yên bo rizgar bûn ji sîstema berevaniya mûşekî ya S400 ya Rûsî bo wergirtina balefirên cengî ji Amerîkayê berdewamin.

Di vê çarçoveyê de Tirkiye gotibû eger heye ku, S400an bifiroşe Pakistan anjî Hindistanê daku, ji Amerîkayê bikaribe balefirên cengî yên F16 û F35 bistîne.

Li ser vê mijarê Rûsye jî helwesta xwe raber kir û wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov ragihand ku, Tirkiye nikare bêyî razîbûna Rûsyeyê sîstema berevanî ya S400 bifiroşe ti welatekî û Tirkiye bi ti awayî nikare vê yekê bike.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.