Konsulusê Misirê xatir ji Serokwezîr xwest

Kurdistan û Misir têkiliyên xwe bihêztir dikin.
100%

Dibêje Misir berdewam dibe li ser têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê.

Duhê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Misirê yê li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê Misirê li herêma Kurdistanê birêz Mihemed Hîcazî kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya Konsulusê Misirê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de, hewl bo pêşde birina têkiliyên du alî daye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê Misirê jî rêzdariya xwe ya li hember hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku, di dema pîwerdariyê de piştîvaniya wî kiriye û stayîşa ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê jî kir û tekez li ser xwesteke welatê xwe yabo bihêztir kirina têkiliyan li gel hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.