Li Nepalê lehiyên gelek mezin ra bûne

gelek kes jî wendane.
100%

Herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Katmanduya Paytexta Nepalê ji barîna baranên bixor lehiyên mezin rabûne û li gor amarên destpêkê herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dane.

Deverên mezin ji Nepalê ji roja Înê vir ve di bin avê de mane, ji ber vê yekê rayedarên komîteya karesatên xwezayî hişyarî dan ku eger heye asta ava gelek çeman bilind bibe û lehî rabin.

Berdevkê polîsan Dan Bahadur Karki ji ajansa “France-Presse re got: Hejmara qurbaniya derket 101an û 64 kes jî winda ne.

Herwiha got: Eger heye hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li deverên dorpêçkirî berdewam dikin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.