Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan awedantir bikin

dibêje gelek alî dijminatiya PDKê dikin.
100%

Li gel Pîşesaz û Karsazên Hewlêrê civiya.

Duhê bişev Cîgirê Serokê partiye demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya prosesa propagendeya hilbijartinan de li gel odeya bazirganî û pîşesazî ya Hewlêrê û hijmareke zêde Karsaz û pîşesazên Hewlêrê civiya û ragihand ku, em dixwazin bi rêya vê hilbijartinê rûya demokrasiya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, PDK hewl bo vê yekê dide daku, Kurdistan bigehîne asteke standard ya pêşkeftî û di her warî de Kurdistan awedantir bike.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, jiber planên PDK yên bo pêşeroja Kurdistanê, gelek alî hewl bo dijminatî kirina PDK û planên PDKê dikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.