Şer li Libnanê gerimtir dibe

Îsraîl dibêje kesên ku, di nava biryargehê de bûne nefitilîne.
100%

Çarenivîsa Serokê Hizbulahê hîn jî nediyare.

Şerê navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê her diçe dijwartir dibe û di vê çarçoveyê de duhê bişev artêşa Îsraîlê bi balefirên F35 biryargeha navendî ya hizbulahê ya li navçeya Zahiye ya li Beyrûtê bordiman kir.

Çavkaniyên Îsraîlî behsa vê yekê dikin ku, di encama bordimana han de yaku, biryargeha navendî bi temamî hatiye wêrankirin, Serokê hizbulahê, Hesen Nesirulah hatiye kuştin.

Hin çapemeniyên Erebî weke Cezîre ku, gelek nêzî hizbulahê ye, duhê bişev behsa mirina Nesrulah kiribû lê pişt re nûçeya xwe guhertin û dibêje bi dijwarî birîndar bûye.

Ji aliyê xwe ve îstîxbarata îsraîlê jî dibêje her kesên ku, di nava biryargeha navendî ya hizbulahê de bûne hatine kuştin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.