Di merasîmê de Serok Barzanî jî amade bû.
Îro li Hewlêrê partiya demokrata Kurdistanê bi merasîmeke fermî ku, têde Serok Barzanî jî beşdar bû, dest bi prosesa propagendeya hilbijartinê bo parlementoya Kurdistanê kir.
Di vê merasîma han de PDK tevahiya Berbijêrên xwe dan nasîn û Serok Barzanî jî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku, Barzaniyê Nemir dibêje her Kurdekî dilsoz, partiye (endamê pdkê ye).
Her di gotara han de Serok Barzanî eşkere kir ku, îro hevdem 7mîn salvegera referandûma serxwebûnê ye roja ku, gelê Kurdistanê rê neda îradeya wî were têkbirin.
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji kadro, endam û alîgirên PDK kir ku, prosesa propagendeyê bi awayeke aram û dûr ji zimanê tundûtîjî bimeşînin jiber ku, ewin ku, zimanê wan dirêj be, destê wan kurte.
Serok Barzanî herwiha eşkere kir lazime gelê Kurd bi ti awayî hizira şikestê neke û bila gelê Kurdistanê pişt rast be, piştî 20ê Cotmehê yek herêma Kurdistanê, yek hêza pêşmerge û yek parlemen dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin