Îran daxwaza hizbulahê red kiriye

Îran dibêje bo êrîş kirine ser Îsraîlê dem negoncawe.
100%

Axios dibêje hizbulah daxwaza hevkariyê ji Îranê kiriye.

Rojnameya Axios ya Amerîkî li ser zarê çavkaniyeke leşkerî ya hizbulahê belav kiriye ku, hizbulah bi fermî daxwaz ji Îranê kiriye daku, hevkariya hizbulahê bike û hevdem li gel êrîşên hizbulahê bo ser Îsraîlê, Îran jî êrîşî ser Îsraîl bike.

Ev rayedarê leşkerî yê hizbulahê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ji Axios re gotiye ku, Îran daxwaza hizbulahê red kiriye û ji wan re gotiye ku, niha dem bo êrîş kirine ser Îsraîlê negoncawe.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.