Serokê herêma Kurdistanê peyamek bo raya giştî belav kir

dibêje bila bi awayeke medenî û serdemiyane propagende were kirin.
100%

Derbarê prosesa propagendeya hilbijartinan de çend daxwazên wî ji xelkê Kurdistanê hene.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî biryara komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê ya li dor destpê kirina prosesa propagendeya hilbijartinên Kurdistanê de peyamek belav kir ku, naveroka peyamê wisaye:

"Kurdistaniyên hêja

Partiyên siyasî, lîst û berbijêrên rêzdar

Ev dema we xweş be

Kampanyaya şeşemîn gera hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê sibe dest pê dike. Ez ji hemû aliyan dixwazim ku hûn li gorî yasa û rêkarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tevbigerin.

Kampanyayeke aram û şaristanî bi rê ve bibin û bernameyeke hilbijartinan ku cihê bawerî û hêviyên xelkê Herêma Kurdistanê be pêşkêş bikin.

Bila kampanyayek be ku aloziyê di navbera aliyan de dernexe û civakê parçe neke. Divê wêneyekî ciwan yê Herêma Kurdistanê nîşan bide û çanda dewlemend a bihevrejiyan, hevpejirandin û cihêrengiya civaka Kurdistanê û pêkhateyên wê nîşan bide.

Armancên xelkê Herêma Kurdistanê mezin in û zemîneke berfireh ji bo hevrikiyeke şaristanî di navbera lîste û berbijêran de heye.

Her kes azad e ku propagandaya siyaset û bernameyên xwe bike û rexneyan bike lê bila ti kes û alî rê nede xwe ku kîn û nefretê belav bike.

Li vir, bi taybetî, ez dixwazim balê bikişînim ser pêwîstiya parastina rûmet û statûya jinê. Parastina jinan bi giştî û namzediya wan a ji bo hilbijartinên parlamentoyê ji bo Herêma Kurdistanê pîvaneke girîng e.

Aliyên siyasî û berbijêr ne dijminên hev in lê rikaberên siyasî ne. Ew hemû di Kurdistanîbûnê de hevpar in û çarenivîsa me hemûyan jî bi hev re ye. Lewra erka me hemûyan e ku em bi hev re hewl bidin pêvajoyeke demokratîk bi awayekî aştyane bimeşînin.

Piştî hilbijartinan divê alî û kesên serkeftî careke din bi hev re rûnin û hikûmetê pêk bînin û yên ku dibin mixalefet jî divê di warê yasadanîn û çavdêriyê de bi hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê re tev bigerin.

Pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û neteweyan rûyekî geş û bingeheke bihêz ya serkeftina Herêma Kurdistanê ye. Em hemû bi hev re xwediyê hemû destkeft û pêşketinên Kurdistanê ne. Parastina vê pêkvejiyanê erka me hemûyan e.

Ji ber vê yekê jî divê di kampanyaya hilbijartinê de rêz li pîrozî û sembolên Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê were girtin. Em piştgiriya îradeya azad a hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin. Divê dezgehên ewlehiyê bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêkî bangeşeya hilbijartinê bi rê ve bibin.

Kurdistaniyên hêja!

Em li Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina nakokiyên li ser hilbijartinan demeke dirêj e digel aliyên siyasî di nava gotûbêjan de bûn.

Em tu carî ne bi paşxistina hilbijartinan re bûn lê ji bo berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û ji bo wê yekê ku hilbijartin bi beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan bêne kirin, me çend caran hilbijartin bipaş xistin.

Ez spasiya Hikûmeta Federal, birêz Serokwezîr Sûdanî û Serokê Desthilata Dadwerî ya Îraqê birêz Fayiq Zêdan dikim ku ji bo jiholêrakirina hemû pirsgirêkên li pêşiya rêkxistin û amadekariyên hilbijartinan, bi tevahî alîkar bûn.

Em spasiya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, dostên me yên di civaka navneteweyî de, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û welatan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û dilgermiya wan ji bo lidarxistina hilbijartinan dikin.

Welatiyên hêja!

Giranî û xurtbûna statûya Herêma Kurdistanê û nûkirina rewatiya saziyên me girêdayî lidarxistin û serkeftina hilbijartineke paqij û azad e. Lewre çavê hevalên me li her derê li ser vê hilbijartinê ye û erka me hemûyan e ku em ji bo serkeftina wê kar bikin.

Hilbijartina parlamentoyeke bihêz alîkar û derfeteke girîng e ji bo bihêzkirina sîstema demokrasî, sazî û reforman û her wiha ji bo parastina Herêma Kurdistanê û bicihanîna sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Bi hêviya kampanyayeke aram û hilbijartineke serkeftî.

Demeke xweş ji we hemûyan re dixwazim."

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.