Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Parlementoya Norwejê kir

behsa hewldanên Norwêjê bo hilgirtina mînan li Kurdistanê de hatiye kirin.
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Parlementoya Nowejê kir ku ji Parlmenterên Norwejê yên ji Partiya Kar ya Norwejî Esmond Ukrust û Manî Huseynî pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de şanda Parlemena Norwejê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê xistinrû û behsa wê rolê kirin ku welatê wan li şerê dijî terorê û her wiha karubarên hilgirtina mîn(mayin) li navçeyên Kurdistanê û yarmetîdana rêxistinên nehikûmiyên Herêma Kurdistanê kirine. Şanda mîhvan tekez li ser dostayetî û peywendiya di navbera gelê Norwej û gelê Kurdistanê kir û ragihand welatê wan piştevaniyê li aramiya Herêma Kurdistanê dike.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Norwejê kir ku li şerê terorîstan da yarmetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dane û roleke ber bi çav ya Hikûmeta Norwejê li yarmetîdana aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo hilgirtina mînan li Kurdistanê de bilind nirxand.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha bê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.