Mesrûr Barzanî: Lazime civaka cîhanî çavdêriya hilbijartinên parlementoyê bike

Holenda û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
100%

Li gel balyoza Holendayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyoza Holendayê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza nû ya Şahnişîna Holendayê li Îraqê birêz Janet Alberta kir.

Di civînê de rixmî pîrozbayî kirin li Janet Alberta jiber destbikar bûna wê, balkêşande ser her cure piştîvaniyek bo balyoz bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî.

Me herwiha spasiya piştîvaniyên berdewam yên Holendayê kir bi taybetî piştgîrî kirin ji reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pir cure kirina abûrî û pêşde birina kerta çandiniyê û kar kirin bo dabîn kirina asayîşa xwerakê.

Balyoza Holendayê stayîşa pêşkeftin û refromên kabîneya 9an bi taybetî yên di warê dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan û reformên kerta bankî.

Mijareke din ya civîna me tekez kirin bû li ser girîngiya meşandina prosesa hilbijartina parlementoya Kurdistanê di nava rewşeke aram, dadmend û dûr ji sextekarî û li ser pêwîstiya çavdêrî kirina prosesa hilbijartinê ji aliyê çavdêrên navnetewî ve hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.