Li Dêra Zorê dîsa pevçûn çê bû

êrîşa komên çekdar hatiye pûçkirin.
100%

Çekdarên Îranî êrîşî ser hêzên HSD kirine.

Li gor daxuyaniyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî yaku, bi SOHR tê nasîn, li Dêra Zorê komên çekdar yên Îranî êrîşî ser çend xalên hêzên Sûriyeya demokratîk kirine.

SOHR ragihandiye ku, di navbera her du aliyan de pevçûneke dijwar qewmiye û hêzên Amerîkî jî piştîvaniya HSD kirine û êrîşî ser komên çekdar yên Îranî kirine û êrîşa wan pûç kirine.

Çavkaniyê behsa vê yekê kiriye ku, endamekî HSD di pevçûnê de canê xwe ji dest daye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.