Îran: Piştî Libnanê dor dora me ye

dibêje lazime gelê Îranê piştîvaniya rejîmê bike.
100%

Dibêje vê Îsraîl êrîşî ser Îranê bike.

Endamê komîteya diyarî kirina berejwendiyên rejîma Îranê Muhsên Rezayî di gotareke xwe de huşdarî dide û dibêje piştî Libnanê dor dora Îranê ye.

Muhsên Rezayî di gotareke xwe de yaku, di merasîmeke leşkerî de pêşkêş kiriye, ragihandiye ku, niha li Rojavayê Asyayê şereke din ya mezin destpê kiriye, Îsraîl piştî hemasê berê xwe da Libnan û Hizbulahê.

Rezayî eşkere kiriye ku, piştî Libnan û hizbulahê vê Îsraîl berê xwe bide Îranê lewre lazime gelê Îranê weke çawe di şerê Îraqê de piştîvaniya rejîm û artêşa Îranê kirin, bi heman awayî li dijî Îsraîlê piştîvaniya rejîm û artêşa Îranê bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.