Mesrûr Barzanî: Em pêbendî parastina mafên Êzidiyanin

vê pişt re jî serdana Zaxoyê bike.
100%

Li Şêxanê projeya cadeya Şêxan û Laleşê da destpêkirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Şêxanê, projeya cadeya du bande ya Şêxan û Laleşê da destpêkirin û di merasîmê de gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozariyê li Kurdistanê bêyî cudatî, rixmî kêşe û arîşeyan didome û hikûmeta berdewame li ser gehandina xizmetgozariyan bi tevahiya welatiyan.

Serokwezîr anî ziman ku, di dema serdana xwe de bo deverê, xelk daxwaz ji kiribû ku, ev cadeya han were çê kirin boku, hatûçûya li deverê asantir bibe û lewre me jî soz da vê projeyê cîhbicîh bikin û îro em hatine daku, ev projeya han bidin desdtpêkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, jiber hebûna îbadetgeha Laleşê salane bi hezaran welatî serdana vê deverê dikin lewre lazime di her warî de ev dever were avakirin û projeya cadeya du bande ya li vê deverê jî yek ji wan projeyane.

Serokwezîr di beşeke din ya gotara xwe de behsa rewşa Şingalê jî kir û anî ziman ku, mixabin hebûna komên çekdar yên derqanûnî rewşa vê deverê têk dane û li berdem cîhbicîh kirina projeyan bûne asteng.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, weke hikûmet berdewam dibin li ser parastina maf û azadiyên Êzidiyan.

Barzanî soz da Êzidiyan ku, heta mabin vê Kurdistan welatê bihevre jiyana aştiyane be û Êzidî jî têde weke pêkhateyên din bi azadî û di nava aştiyê de bijîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.