Amerîka navgîneke din dişîne Rojhilata Navîn

6 hezar leşkerên Amerîkî di nava vê navgînê dene.
100%

Vê hefteya pêşiya me bigehêje Rojhilata Navîn.

Li gor nûçeyeke Elcezîre, rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kirine ku, di çarçoveya aloztir bûna rewşa navbera Îsraîl û Libnanê de, Amerîka biryar daye daku, 6 hezar leşkerên din yên xwe di çarçoveya navgîna cengî ya Harry S. Truman bişîne Rojhilata Navîn.

Rayedarên wezareta berevanî diyar kirine ku, ev keştiya han yaku, têde 6 hezar leşker hene, vê di destpêka hefteya pêşiya me de bigehêje Rojhilata Navîn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.