Dibêje ev pêngava Îranê metirsiye bo ser asayîşa cîhanê.
Koma G7 daxuyaniyeke hevbeş derbarê piştîvaniyên Îranê yên bo Rûsyeyê li dijî Ukraynayê daxuyaniyek belav kiriye û rexe li Îranê kiriye.
Di daxuyaniya G7 de hatiye eşkere kirin ku, şandina hajekên balistîkî û dronên întîharî ji aliyê Îranê ve bo Rûsyeyê bo ku, di şerê dijî Ukraynayê de werin bikaranîn, gaveke gelek metirsîdare û metirsiyeke gelek mezine bo ser ewlekariya cîhanê, lewre koma G7 li dijî vê diweste û daxwaz ji Îranê dike dev ji hevkariyên xwe bo Rûsyeyê berde.
G7 herwiha eşkere kiriye ku, em neçar dibin jiber wan kiriyaran lêpirsîn li gel Îranê bikin.
Ji aliyeke din ve Amerîka û hijmareke welatên Ewrûpayî jî biryar dane dorpêçên nû bixin ser Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin