Ukrayna: Rûsye zêdetir ji 8 hezar dronên Îranî bikar aniye

Amerîka û Ewûrpa jî li ser vê mijarê gef li Îranê kirine.
کوردستان TV
100%

Beşeke zêde ji wan dronan hatine xistin.

Hikûmeta Ukraynayê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê kiriye û ragihandiye ku, Îran rixmî şandina hajekên balistîkî bo Rûsyeyê hevdem berdewame li ser şandina dronên ji cureya Şahid bo Rûsyeyê.

Di daxuyaniya hikûmeta Ukraynayê de hatiye diyarkirin ku, Rûsye heta niha dijî Ukraynayê bi giştî 8 hezar û 60 dronên Îranî ji cureya Şahid bikar aniye ku, artêşa Ukraynayê kariye beşeke gelek zêde ji wan bixe erdê.

Ji aliyê xwe ve hefteya derbasbûyî li ser mijara şandina hajekên balistîkî bo Rûsyeyê, Ukrayna huşdarî dabû Îranê û gotibû vê têkiliyên xwe yên li gel Îraqê qut bike.

Herwiha Amerîka û welatên din yên Ewrûpayî jî li ser vê mijarê huşdarî dabûn Îranê û pakêceke nû ya dorpêçan li ser Îranê sepandibûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.