Şoreşa Îlonê îradeya gelê Kurdistanê bû bo rûbirû bûna zordariyê.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 63mîn salvegera şoreşa Îlonê de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Di 63mîn salvegera şoreşa mezin ya Îlonê bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, Rêberê şoreş û tevahiya pêşmergeyên qehreman û tevahiya wan Têkoşerên beşdar ku, hêz û destê şoreşê bûn bi rêzdarî ve bibîr tînin.
Silav bo rihê paqêjê wan, silav bo tevahiya Xebatkarên wan rojên dijwar yên ku, hîn jî dijîn û hêviya tendirostî û selametiyê bo wan dixwazin.
Şoreşa mezin ya Îlonê şoreşa tevahiya gelê Kurdistanê bû bi tevahiya pêkhateyên xwe ve, şoreş bû nexşe û nasnameya netewî, nîştimanî û şikoya tevahiya Kurdistaniyan û îradeya bihêz ya Kurdistanê bo rûbirû bûna zordarî û dagîrkariyiê.
Şoreş denê zelal yê azadîxwazan û doza rewa ya gel û nîştimanek bû ku, bo azadiyê gelek qurbanî dabû, şoreş bû bi yekemin bingeh bo qebûl kirina mafên gelê Kurdistanê û bingeha tevahiya destkeftiyan.
Di demekê de ku, bi serfirazî ev şoreşa han bibîr tînin, hevdem tekez li ser îradeya bihêz ya gelê Kurdistanê bo parastin û bidest anîna tevahiya mafên xwe yên destûrî, bihevre bûn di navbera tevahiya pêkhateyan dikin.
Destê xwe bi nirx û buhayên bilind yên şoreşa Îlonê ve digirin û li ser xebat û têkoşîn û serî ne çemandin bo azadî, demokrasî û bi hêviyeke geş heta bigehêjin bi serkeftin û xewnên şehîdan bikin rastî û ber bi pêşerojeke baştir ve, berdewam dibin.
Şikodar be salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê, silav bo rihê şehîdên Kurdistanê.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin