Siûdiye jî balyozxaneya xwe ya li Dîmeşqê vekir.
Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Siûdiyeyê ya li Dîmeşqê Ebdulah Herîs ragihand ku, di çarçoveya normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê de, duhê sêşem Siûdiye bi fermî balyozxaneya xwe ya li Dîmeşqê vekiriye.
Ebdulah Herîs diyar kiriye ku, ev biryar piştî biryara normal kirine têkiliyan hatiye dayîn û vekirina balyozxaneyê jî dibe sedema bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin