Îran li dijî kirîdora Zenge Zorê radiweste.
Hewldanên Tirkiye û Azerbayicanê bo ava kirina kirîdorek bi navê kirîdora Zenge Zorê ya li ser sînorên navbera Îran û Ermenistanê hewlên xwe didomînin û Rûsye jî piştîvaniya xwe bo wan hewldan ragihand.
Duhê Serokê Rûsyeyê diyar kiriye ku, welatê wî piştîvaniya hewlên Azerbayicanê bo ava kirina kirîdora Zenge Zorê dike.
Li hember de jî wezareta derve ya Îranê dilgiraniya xwe ya li hember vê helwesta Serokê Rûsyeyê diyar kiriye û ragihandiye ku, Îran ti guhertinek li ser sînorên xwe yên li gel Ermenistanê qebûl nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin