Sîsî 4 Îlonê serdana Enqereyê dike.
Li gor nûçeyeke Erebiye Elcedîde, biryare roja 4ê Îlonê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî serdana Enqereyê bike û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bicive.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, Sîsî û Erdogan di civîna xwe de behsa şerê li Xezeyê, têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Misir û Tirkiyeyê hevdem nîqaş li ser projeyeke hevbeş bo çê kirina dronan li Misirê dikin.
Weke tê zanîn 12 sal bû têkiliyên navbera Tirkiye û Misirê têkçûbûn û pişt re Tirkiye siyaseta xwe ya li hember Misirê guhert û dest bi hewldan bo normal kirina têkiliyankir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin