Serokê Sûriyeyê bo cara ewil behsa normal kirina têkiliyan dike.
Hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê didomin û di vê çarçoveyê de jî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bo cara ewil bi fermî behsa normal kirina têkiliyan kir.
Beşar Esed diyar kiriye ku, bawerî nemaye lewre bawerî gelek girînge, herwiha diyar kirina zirarên ku, bi destê Tirkiye û çekdarên Tirkiyeyê ber Sûriyeyê jî ketine gelek girînge.
Beşar Esed tekez li ser vê yekê kiriye ku, serweriya Sûriyeyê bo wan xeta sore û heta Tirkiye serweriya Sûriyeyê neparêze û hêzên xwe bi temamî ji Sûriyeyê nevekêşe vê Sûriye têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin