Balyozê Îtalyayê xatir ji Serok Barzanî xwest

behsa çend mijarên di rojevê de hate kirin.
کوردستان TV
100%


Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Îtalyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Îraqê Maurizio Greganti kir.

Di civînê de balyozê Îtalyayê diyar kir ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Serok Barzaniye jiber ku, dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye û tekez li ser dostatiya navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê kir û hêviya berfiretir bûna têkiliyên navbera her du aliyan de xwest.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo balyozê Îtalyayê xwest û rixmî balkêşandine ser têkiliyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Îtalyayê hevdem têkiliyên han bi têkiliyên dîrokî û dostane wesif kir.

Rewşa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî, gef û pêşhatên li deverê bi taybetî hebûna hêzên hevpeymanan li Îraqê, girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê çend mijarên din yên vê civînê bûn ku, têde Konsulusê Îtalyayê li herêma Kurdistanê Michelle Camerota jî têde beşdar bû.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.