Bo 36mîn salvegera enfala Badînan peyamek belav kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna 36mîn salvegera enfala Badînan de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Îro bi rêzdarî ve qurbaniyên enfala Badînan bibîr tînin ku, beriya 36 salan di çarçoveya pêla dawiya Enfala reş, rejîma Bes, bi hezaran mirovên bêtawan yên devera Badînan şehîd û wenda kir, bi sedan gundên vê deverê jî wêran kir ku, di encam de bûye sedema awarebûna bi deh hezaran kes.
Armanc ji wan tawanên qirêj, qir kirin û genocide kirina gelê Kurdistanê bû, lê tawanbar û bikerên ev komkujiyên han nikarîn îrade û xwesteka azadîxwazane ya gelê Kurdistanê ji nav bibin.
Di vê bîranîna han de tekez li ser vê yekê dikin ku, lazime hikûmeta federalî erkê xwe yê qanûnî û exlaqî bicîh bîne û bi awayeke hêja kesûkar û malbetên şehîdên enfalkiriyên destê rejîma berê ya Îraqê qerebû bike. Di vê derbarê de hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser hewldanên xwe û tişta ku, di karîna hikûmetê de be bo xizmet kirina zêdetir ya kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, xwe ji navekêşe.
Silav bo rihê paqêj ya enfalkiriyên Badînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin