Berpirsê nivîsîngeha YE li Kurdistanê xatir ji Serokwezîr xwest.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya berpirsê nivîsîngeha YE li Kurdistanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Berpirsê nivîsîngeha têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê li herêma Kurdistanê birêz Thurkilde Biog kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Me spasiya hevkarî û piştîvaniyên YE kir û rêzdariya xwe jî bo rola berpirsê nivîsîngeha têkiliyên YE bo pêşde birina têkiliyên du alî diyar kir.
Berpirsê nivîsîngeha YE tekez li ser berdewamiya kar û çalakiyên xwe û domandina hevkarî û hemahengiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Di beşeke din ya giftûgoyên me taybet bû bi amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û di vê derbarê de jî me balkêşande ser girîngiya beşdariya çavdirên navnetewî û yên YE bi taybetî bo ku, prosesa hilbijartinê bi awayeke dadmend û dûr jî binpêkirin û sextekariyan were meşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin