Xwestine bi qaçax biçin Ewrûpayê.
Li gor jêderên çapemeniyê 6 welatiyên Kurd xelkê bajarê Kobanê beriya du salan bi qaçax bi mebesta gehêştin bi Ewrûpayê ji Rojavayê derketine û berê xwe dane Libnanê.
Jêderên çapemeniyê eşkere kirine ku, ev ciwanên han li Libnanê jî bi qaçax çûne Lîbyayê û liwir jî derbasî Cezayirê bûne.
Ev welatiyên han cara yekem ji aliyê polîsê Cezayir ve hatine girtin lê bo sînorên Nîciriyayê hatine şandin û pişt re dîsa vegeriyane Cezayir û ji aliyê polîs ve hatine girtin û ji 3ê Tîrmeha 2023an ve heta îro li Cezayirê girtîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin