Behsa rewşa bihevre jiyanê li Kurdistanê de hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kilîseya Keldan li Îraq û cîhanê Patriarch Cardinal Mar Louis Rophael Sacco û şandeke pê re kir.
Di civînê de Serokê Kilîseya Keldan li Îraq û cîhanê stayîşa rola Serok Barzanî kir jiber hewlên wî yên bo parastina pêkhateya Keldan û piştîvanî kirina daxwaz û dilinya kirina wan bo gerentî bûna pêşeroja wan li herêma Kurdistan û Îraqê de û ragihand ku, Mesîhiyên derveya Îraq û herêma Kurdistanê spasiya helwestên Serok Barzanî dikin.
Di civînê de Serok Barzanî jî rixmî bixêr hatin kirina şanda mêwan ragihand ku, Mesîhî û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî li herêma Kurdistanê de weke beşek ji gelê me ne û bi her awayî berevanî ji mafên wan dikin û ev yek li cem me pirensîbeke ku, nayê guhertin.
Rewşa siyasiya Îraqê û rewşa Kerkûkê û çend babetên din yê taybet bi pêkhateyan mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin