Behsa çend mijaran weke reformên nava wezareta pêşmerge kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Kevin Lehi û şanda pêre kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê birêz Steve Bittner jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya herêma Kurdistanê, Îraq, Sûriye û hewlên rûbirû bûna metirsiyên DIŞI û terorê kir.
Rixmî pîrozbayî kirin li Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan, hevdem rêzdariya herêma Kurdistanê jî bo berdewam bûna piştîvaniya Amerîka û hevpeymanan diyar kir.
Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan tekez li ser girîngiya hevbeş û pirbuha bûna xebata hevbeş ya di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir.
Pêşveçûnên yekxistina hêzên pêşmerge û reformên taybet bi wezareta karûbarên pêşmerge mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin