Fermandarê hêzên Amerîkî li gel Sîhad Barzanî civiya.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, Fermandarê hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraq û Kurdistanê Jeneral Ham serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel Fermandarê hêzên piştîvaniya yek ya ser bi wezareta pêşmerge Sîhad Barzanî civiyaye.
Di civînê de rixmî giftûgo kirin derbarê rewş û pêşhat û metirsiyên ewlekarî yên li deverê de, hevdem giftûgo derbarê rewşa hêzên pêşmerge, prosesa reforman û hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Amerîkî hatiye kirin û Fermandarê Amerîkî jî tekez li ser berdewamiya hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin